TR KU SO
FB X
Cîhan

Di hilbijartina parlementoya Rûsya de 111 milyon kes diçin ser sindoqan

Admin M
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 16:49

PeyamaKurd – Li Federasyona Rûsyayê ji bo parlementerên baskê binî yê parlementoyê, ji bo Dumayê, ji bo perlementerên 39 herêman, ji bo rêvebirên herêman û meclisên cîh, dest bi dana dengan kirin.

Dayîna dengdanan ji ber ferqa wexten herêman, dengdana ewilî li herêmên Rojhilat li Kamçatka û herêma otonom li Çukotka dest pêkir. Li hinek deveran ji bo di rêya elektronîk de dengan bidin jî sîstem heye.

Li gor rêjeyên komisyona hilbijartinê; 1 milyon û 816 hezar kes dê li derveyê Rûsyayê dengan dide. Tevî wan kesan dê 111 milyon kes herin ser sindoqan.

Ji 55 welatan çavdêr hilbijartinan dişopînin. Di nava wan de ji welatên Civaka Serbixwe ya Dewletan, Şenghay, BRICS, ASEAN, Afrika, Rojhilata Navîn, Amerîka Latînî kes hene. Ji Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewrûpayê kesî dawet nekirine.

Di Dûmayê de ji bo 450 kursiyan dê 10 partî bikevin ber hev. Partiyên dengên wan negihê %05an dê nekeve meclisê.

Ji her 5 salan carekî hilbijartin dibe, ji 450 parlemenetarn 225 parlementer ji lîsta partiyan û 225 jî ji herêmên hilbijartinan yên yek endam tên bijartin.

Di nava namzedan de wezîrê karên derve yê niha Sergey Lavrov ji partiya Putin dikeve hilbijartinê. Mariya Lvova-Belova û şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin jî namzedin.

Ji bilî parlementeran, hinek rêvebirên herêman û parlementoyan jî dê bên hilbijartin.

Parve bike: