TR KU SO
FB X
Cîhan

Di hilbijartinên Amerîkayê de Demokrat bi ser ketin

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2022 16:44

PeyamaKurd – Piştî ku encamên hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkayê eşkere bûn, Partiya Demokrat a Serokê Amerîkayê Joe Biden, bi ser ket û piraniya endamên senatoyê bi dest xist.

Hat ragihandin ku namzeda Demokrat Catherine Nasto li Nevadayê reqîbê xwe yê Komarî têk biriye û bi vî awayî jî piraniya endamên senatoyê careke din ketiye destê Demokratan ku tirs hebû Demkrat di hilbijartinên nîvdemî de piraniyê ji dest bidin.

Li gorî encamê dawî yên hilbijartinên 8ê Mijdarê, hejmara endamên senatoya ku ji 100 kesan pêk tê diyar bûne û hejmara her aliyekî Demokrat û Komarî bûye nîvî nîvî ku her yek ji wan xwedî 50 senatoran e.

Herwiha ji ber ku dengê Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris jî di senatoyê de heye, Demokrat bi yek endamî dikevin pêşiya Komariyan û bi vî awayî jî dikarin yasayên dixwazin derxin.

Di hilbijartinên 8ê Mijdarê de, 435 endamên Meclîsa Nûneran û 35 kursiyên Senatoya 100 kesî hatin hilbijartin.

Parve bike: