TR KU SO
FB X
Cîhan

Di kestiya Charles de Gaulle 668 kes bi kovid-19 ê ketine

Admin M
Nivîskar
📅 17 nîsan 2020 01:07

PeyamaKurd- Keştiya balafiran ya bi nav û deng ya Fransayê bi navê Charles De Gaulle, kesekî vîrusa koronayê xist nava muretebatên wê û niha li wî kesî digerin. Di keştiyê de bi temamî 767 kes hene û keştî di karantînayê de ye. Di nava 767 kesan de, di 668 kesan de vîrus hatiye tesbîtkirin.

Rêvebir dibêjin ku di rojên berê de keştî ji sefera xwe ya plankirî zû dageriyaye û xwe nêzî qerexê Toulon ê kiriyue. Bo muretebatan 3 avahî hatine veqetandin ku muretebat di wan avahiyan de ketine karantînayê. Lê gazinên ku tên kirin yek ji wan ew e ku her 3 kes di yek odeyekî de dimîne.

Lê gotin ku dibe di temamê kesên di keştiyê de vîrus hebe.

Parve bike: