Cîhan
Di lehiyê de 136 kesan can da
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya welatê Kenyayê ragihand ku ji ber barana xurt û rabûna lehiyan, li seranserê welat heta niha 136 kes mirine.
Hate diyarkirin, li Kenyayê ji ber lehiyan 10 milyon kesan terka malên xwe dane û rewşa awarte hatiye ragihandin.
Neteweyên Yekbûyî jî ragihandiye, li Etîyopyaya ku dikeve bakurê Kenyayê jî karesata lêhiyê çêbûye û di encama lêhiyên li Etîyopyayê de 57 kesan jiyana xwe ji dest daye.
NYyê diyar kir ku li Etîyopyayê zêdetirî 600 hezar kesan ji malên xwe derketine û hejmara kesên bi nexweşiya Kolerayê ketîne jî zêde bûye.
Berî niha li Somaliya ku dikeve rojhilatê Kenya û Etîyopyayê jî di lêhiyan de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.