TR KU SO
FB X
Cîhan

Di mala Joe Biden de belgeyên nepen hatin dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2023 15:02

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsînan Wezareta Dadê ya Amerîkayê de, hat ragihandin ku di lêgerîna nav mala Serokê Amerîka Joe Biden de, 6 belgeyên din ên nepen hatine dîtin.

Parêzerên Joe Biden piştrast kirine ku 6 belgeyên nepen dema lêgerînê hatine dîtin û First Lady jî dema lêgerînê ne li mal bûye.

Hatiye diyarkirin ku hin ji belgeyan dema senotoriya Biden û hinek jî yên heya cîgirê serokatiya Amerîkayê ne.

Biden li ser belgeyên ku li ofîs û mala wî derketibûn holê gotibû, çend belge li cihê şaş hatine xuyakirin û wan jî ew derhal radestî Wezareta Dadê û arşîvên dewletê kirine.

Parve bike: