TR KU SO
FB X
Cîhan

Di malekî de teqîn çêbû û 2 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 03 gulan 2026 16:06

PeyamaKurd – Li Brîtanya li bajarê Bristolê di malekî de teqîn çêbû, 2 kes mirin û di pey teqînê de polîs tedbîrên tund sitend. Polîs di teqînê de bi gumane lê ne di wê fikrê de ye ku teqîn ya terorêye ji, ber nîşane nînin.

Rûdan, li bajarê Bristolê li ser kolana Sterncourt Roadê di xaniyekî de çêbû. Polîsê Avon û Somersetê ragihandin ku piştî rûdanê deverê xistine bin kontrolê û tehliyeyekî fireh dikin.

Li gor website ya xeberan ya Îngîltere ya bi navê Metro; bûyer serê siba seet di 06.30an de bi wexta Îngîltere qewimiye û piştî teqînê gelek kesan ji deverê derxistine.

Rayedar dibêjin ku rûdanê bi teqînekî mezin bihîstine, gelek polîs û tîmên lezgîn sewqê ciyê rûdanê kirine. Polîs dibêje di rûdanê de guman heye lê têkiliya rûdanê bi terorê nîne ji ber di rûdanê de nîşanên terorê nedîne.

Polîsê Avon û Somerset di daxwuyaniya xwe de gotin ku:

“Ji bo tedbîrê gelek xaniyan vala kirine. Dxawaza me ku xelk xwe ji deverê dûr bixe.”

Ji ber ku rûdan hêj nûye, dê di demên pêşiya me de rûdan bêhtir rohn bibe.

Parve bike: