TR KU SO
FB X
Cîhan

Di meclisa Tirkjiyê de ragesî: Rêvebirê meclisê navber da civînê

Admin M
Nivîskar
📅 10 berfanbar 2022 22:11

PeyamaKurd – Di civîna giştî ya meclisa Turkiyê de (TBMM) di wexta hevdîtinên budçê de di navbera wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu û grûba HDP ê de rageşî çêbû û rêvebirê meclisê navber da civînê.

Di munaqeşeyên li ser budçên wezaretên siyaseta civakî û Malbatê, wezareta tenduristiyê û wezareta karên hundir de munaqeşe û berizandin çêdibin. Di wexta budça wezareta karên hundir de, di navbera seroka grûba HDP ê Meral Danış Beştaş û wezîrê karên hudir Soylu de munaqeşe derket û parlementerê Mersinê Rıdvan Turan jî tevlî munaqeşê bû. Ridvan Turan li ser kursiyê meclisê diaxifî ku Soylu bela xwe lê da.

Ji bo rageşî nebe şer rêvebirê meclisê yê wê celsê navber da civînê.

Parve bike: