TR KU SO
FB X
Cîhan

Di mehêkê de 77 kes hatine darvekirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 13:16

PeyamaKurd - Rêxistina Dengê Girtiyên Îranê, têkildarî zext û binpêkirinên mafên mirovan yên ku di meha borî de (Tîrmeh) ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî girtiyan û welatiyan pêkhatine raporek belav kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku rewşa mafên mirovan ya li Îranê ya di meha Tîrmehê de nîşan dide ku pêla zext û binpêkirinên mafan berdewam kiriye.

Hatiye diyarkirin ku di meha Tîrmehê de li Îranê herî kêm 77 girtî hatine darvekirin, 160 welatî ji ber sedemên siyasî hatine binçavkirin û 19 kes jî di encama gulebarana rasterast ya hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor raporê di nava kesên hatine darvekirin de, 65 mêr, 3 jin, 2 ciwan û 7 jî girtiyên siyasî hebûn.

Her wiha di nava kesên hatine darvekirin de 10 jê Kurd, 4 Belûç, 5 Efganî hene.

Li gor raporê, di meha Tîrmehê de 160 welatî ji deverên cûda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin.

Hatiye diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin jî, xizmên girtiyên siyasî, çalakvanên siyasî, pîşeyî, jîngehparêz, çalakvanên hunerî û welatiyên Kurd û Belûçin. Bêy ku sedem were nîşandan ew kes hatine binçavkirin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku li bajarên cûda 19 kes di encama gulebarana rasterast ya hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane. Ji wana 5 kolber bûn û 14 jî welatiyên asayî bûn.

Parve bike: