TR KU SO
FB X
Cîhan

Di mehekê de li Rojava û Sûriyê 529 sivîl hatin girtin

Admin S
Nivîskar
📅 06 berfanbar 2018 14:26

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di maweya meha Mijdarê de, li Sûriyê ji aliyê hêzên hikûmetê ve 529 hemwelatiyên sivîl hatine girtin.

Li gor daxuyaniya Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan a bi ser opozîsyona Sûriyê, di meha borî de 529 rewşên girtine hatine encamdan û rêjeya 87% ji alîyê rêjîma Esed ve pêk hatine.

Hat diyarkirin, ji wan kesên hatine girtin 368 ji aliyê rêjîma Sûriyê û 107 kes ji aliyê  hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê hatine girtin.

Herwiha 9 kes ji aliyê rêxistina DAIŞê ya terorîst hatine girtin û 19 kes jî bi destê rêxistina Cebhet El Nusra ya terorîst hatine girtin.

Parve bike: