Cîhan
Di merasîma Asûrê de rê hilwesiya: Bi dehan mirî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Kerbela yê Iraqê di dema birêveçûna merasîma Roja Aşûreyê de rê hilweşiya û di encamê de 31 mirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku di bûyera îro 10ê Îlonê de, 31 kesan can daye û 100 kesên din jî birînda bûne.
Herwiha hat diyarkirin ku rewşa tendirustîya 10 birîndaran jî xirab e.
Li gorî agahiyan bi hilweşandina rê re metirsî bo beşdaran çêbûye û dibe ku hejmara qurbaniyan hê zêdetir bibe.
Beza Tuwêrîc nerîteyeke salane ya Şîeyên Iraqê ye û di 10ê Muheremê de tê lidarxistin ku bi sedan hezar şîe beşdarî wê bezê dibin û ji navçeya Qebtrey Selamewe ya Kerbelayê ber bi Mezargeha Îmam Husên ve du kîlometreyan dibezin.