TR KU SO
FB X
Cîhan

Di merasimê de teqîn: Mirî û birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2019 04:29

PeyamaKurd- Li payîtexta Kolombiyayê li Bogotayê di merasima terfiya polîsan de ku di dibistana Polîsan ya bi navê General Santander de hat kirin, êrîşa bombeyî hat kirin. Jimara kuştiyan derket ser 10an û ya birîndaran derket 41 ê.

Li gor ragihandina çavkaniyên herêmî teqîn li gelek deveran hat hîskirin. Bûyer serê sibê siet di 09.30an de, di dema merarsimê de çêbûye. Li gor şahidan otomobîlek hatiye dibistanê û li polîs guhdarî nekiriye û nesekiniye. Erebê ajotiye dibistanê, ereba wî li dîwarê dibistanê ketiye û ajotvan li ciyê bûyerê miriye. Teqemeniya di erbê de teqiyaye û 10 kes mirine û 41 kes birîndar bûne. Serokê dewletê Ivan Duque gera xwe di nîvî de birî û hat payîtextê. Di beyana xwe ya ewil de weha got:

“Kolombiya xemgîne lê wê ji şiddetê re serî daneyne. Ev tevgereka sefîl ya teroriye.”

Serokê şaredariya Bogotayê Enrique Penalosa ragihand ku ji miriyan 4 jê jinin û weha got:

“Êrîşên terorî li Parîs, Madrîd û Londrayê tên dîtin. Em ê binêrin bê ji vê bûyerê kî berpirse.”

Parve bike: