TR KU SO
FB X
Cîhan

Di nav du rojan de 2 balafirên Tirk ên perwerdê ketin xwar

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2021 18:29

PeyamaKurd – Piştî ku doh 8ê Nîsanê li bajarê Konyayê balafireke artêşa Tirkiyê ya perwerdê ket, îro 9ê Nîsanê jî balafireke perwerdê li bajarê Îzmîrê bi ser deryayê de ket.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye ku balafira perwerdê ya cureya KT-IT dema firîna perwerdeyê dikir li dorûbera navçeya Foça ya Îzmîrê li ser deryayê ketiye xwar û bûyer wekî qezayê bi nav kir.

Wezaretê da xuyakirin ku her du pîlotên di balafirê de hatine rizgarkirin û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Doh jî balafireke perwerdê ya Tirkiyê li bajarê Konyayê ketibû û pîlotê wê miribû.

Herwiha hatiye ragihandin ku lêkolîna ser sedema ketina balafirê berdewam dike.

Parve bike: