Cîhan
Di navbera Berlîn û Moskowê krîz kûr dibe: Navenda Goethe-Institut û Konsulxaneya St. Petersburgê têne girtin
PeyamaKurd - Rusyayê ragihand ku ew di bersiva girtina konsolosxaneya xwe ya li Bonnê û derxistina Mala Rusyayê ya ji avahiya wê ya li Berlînê de, biryar dane ku Konsolosxaneya Giştî ya Almanyayê ya li St. Petersburgê bigrin.
Wezareta Karên Derve ya Rusyayê diyar kir ku divê konsolosxaneya Alman heta 18ê Îlonê were girtin û çalakiyên navenda çandî ya Goethe-Institut jî bêne rawestandin û xebatkarên wê heta 13ê Îlonê welat biterikînin.
Wezaretê berpirsiyariya vê krîzê xist stûyê Almanyayê û da xuyakirin ku ev gav piştî bûyera 4ê Tebaxê ya li Balafirgeha Leipzigê derketibû holê hatiye avêtin.
Almanyayê îdia kiribû ku di êrîşa bi dronê ya li dijî balafireke kargoyê de destê Rusyayê heye, lê Moskowê ew tawanbariyan red kiribû.