TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera DYA û Îsraîlê de ji bo Xezzeyê peymana mirovî

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 15 adar 2024 17:23

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di navbera Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, ji bo bikaranîna çekan û alîkariyên mirovî yên ji bo qeyrana Xezzeyê peymaneke mirovî hatiye îmzekirin.

Rayedarên Îsraîlî û DYAyî ji televîzyona Amerîkî Axios re ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant belgenameyek ku tê de mîsoger dike ku wê Îsraîl çekên DYAyê li gor yasayên navneteweyî bikar bîne îmze kiriye û radestî rêveberiya Serok Joe Biden kiriye.

Di belgenameya ku Gallant îmze kiriye de her wiha hatiye mîsogerkirin ku wê Îsraîl destûrê bide ku alîkariyên mirovî yên ji aliyê DYA ve tên piştgirîkirin derbasî Xêza Xezzeyê bibin.

Kanale Axiosê her wiha ragihand ku Encumena Şer a Îsraîlê roja Yekşema borî payeyê da Gallant ku nameyê îmze bike.

Parve bike: