Cîhan
Di navbera HSD/YPG û cîhadiyan de serekî dijwar qewimî
PeyamaKurd – Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî, îro 3yê Çile li bajaroka Mare ya di bin kontrola cîhadiyan de, şerekî dijwar di navbera HSDê û çekdarên muxalîf de qewimî.
Hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê hêzên HSDê ve hatiye kirin û çekdarên muxalîf jî bersiv dane û piştre hêza HSDê vekişiyaye.
Li gor zanyariyan HSDê ew êrîş ji bo çekdarên cîhadî nekevin herêmên wan û pêşve neyên daye destpêkirin.
Bajaroka Mare ya bakurê parêzgeha Helebê di bin kontrola hêzên çekdarên cîhadî de ye.