Cîhan
Di navbera Îsraîl û Yunanistanê de xeta herî dirêj a elektrîkê tê kisandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Îsraîl û Yunanistanê de, xeta herî dirêj a elektrîk ku di bin avê re derbas dibe tê kişandin.
Herwiha Yekîtiya Ewropa (YE) jî ji bo vê projeya xeta elektrîkê ya ji Îsraîlê dest pê dike û ji Qibrisa Başûr heta Yunanistanê diçe, 657 milyon euro piştgiriya darayî dike.
Hat diyarkirin ku proje ji 1200 kîlometran pêk tê û wê bibe yek ji xeta herî mezin a elektrîkê ya binavî.