TR KU SO
FB X
Cîhan

Di navbera sivan û cotyaran de ser derket: 44 kes hatin kustin

📅 10 tebax 2019 13:15

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê Çadê di navbera şivan û cotyaran de şer derket û di encamê de 44 kes hatin kuştin.

Serokwezîrê Çadê Idris Debi ji çapemeniyê re ragihand ku li bajarê Ouaddai yê dikeve rojhilatê wîwelatî, di navbera şivan û cotyaran de şer derket û di encamê de 44 kes hatin kuştin. Debi got em bi bûyerên nexweş re rû bir û dimînin û şerên etnîkî gihaştiye asta nîgeraniyê û wiha dewam kir,”ji bo bidawîanîna şerên etnîkî em dê dest bi pêvajoyeke berfireh a civakî bikin.”

Çavkaniyên tenduristiyê anîn ziman ku di encam wî şerî de 44 kesan canê xwe ji dest daye.

Parve bike: