TR KU SO
FB X
Cîhan

Di operasyona Fransayê de 100 çekdarên tundrew hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2021 01:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Maliyê di operasyonên hêzên Fransî yên bi hevkariya artêşa welêt de, 100 çekdarên tundrew hatin kuştin.

Artêşa Malîyê ragihand ku, di vê mehê de operasyoneke hevbeş ya artêşa Malî-Fransî pêk hatiye û di encamê de 100 çekdar hatine kuştin û 20 jî hatine girtin.

Fermandariya Artêşa Fransî li Maliyê da xuyakirin, qonaxa yekemîn a operasyonê bi perwerdeyê derbas bû û ya duyemîn jî bi derxistina terorîstan ji asêgehên wan ên li Malî heta sînorê Burkîna Fasoyê ve qediya.

Parve bike: