Cîhan
Di operasyonê de Baregeha Incirlikê jî hate bikaranîn!
PeyamaKurd- Ajansên CNN û Reutersê ragihandin ku di operasyona li dijî Rejîma Sûriyê de Baregeha İncirlikê jî hatiye bikaranîn.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump daxuyaniyek da û got ku ji ber ku Rejîma Sûriyê li Xutayê çekên kîmyewî bi kar anîn, min jî ji bo êrîşeke li dijî Sûriyê emir da û operasyona li dijî Rejîma Sûriyê dest pê kir. Niha hêzên Amerîka, Brîntanya û Fransayê li hedefê Sûriyê dixin. CNN Internationalê îdda kir ku di operasyonê de baregeha Amerîkayê ya li İncirlika Tirkiyê jî hatiye bikaranîn.