Cîhan
Di pîrozkirina rojbûnê de 8 kes mirin
PeyamaKurd – Li payîtext Tehran a Îranê, li devera Andîşe, di kafekî de di pîrozkirina rojbûnekî de, xaza helyûmê teqiya û 4 zarok, 3 jin û kesekî din bi temamî 8 kes can dan. Berdevkê xizmetên rewşa lezgîn Mucetab Xalidî bûyerê weha ragihand:
“Me agahî sitend ku siet di 20.00 ê êvarê de, di kafekî de teqîn çêbû. Me bilez tîmên îtfaiyê û ambûlansan şand ciyê bûyerê. Sedema teqînê ew bû ku ji bo hewa bixin balonan xaza helyûmê bikaranîne. Di teqînê de 3 zarok, 3 jin û zilamekî li ciyê bûyerê can dane. Zarokekî 3 salî jî li nexweşxanê can da.”