TR KU SO
FB X
Cîhan

Di qeza helîkopterê de leskerekî mir û 5 lesker wenda ne

Admin M
Nivîskar
📅 01 gulan 2020 01:43

PeyamaKurd- Do, di çarçoveya operasyona NATO de helîkopreterekî Kanadayî ku ji firqeteyna Kanadayê bi hewa ketibû, di navbera Yûnanistanê û Îtalyayê de ketibû Derya Sipî.

Li ser ketina helîkopterê serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, wezîrê bergiriyê Harjit Sajjan û serokerkan Jonathan Vance li Ottowayê civîneka çapemeniyê li darxistin. Li gor çapemeniyê cesedekî ji helîkopterê hatiye derxistin û 5 leşkerên din wenda ne. Zabitê ku cenazê wî ji helîkopterê derxistine navê wî Abbigail Cowbrough e.

Qeydiyên dengan û doneyên fira helîkopterê hatine rizgarkirin. Wezîrê bergiriyê ragihand ku îro bo artêşê û milletê Kanadayê rojekî gelek zor e.

Parve bike: