TR KU SO
FB X
Cîhan

Di qezaya trênan de herî kêm 36 kes mirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2021 23:42

PeyamaKurd – Li başûrê Pakistanê du trênên li hev qelibîn û di encama wê qezayê de herî kêm 36 kes mirin.

Hat diyarkirin ku qezaya trênan li herêma Sindh a Pakistanê trêneke bi ser hesinan de wer bûye û trêna ji devera Rawalpindi dihat jî lê qelibîye û ew trên jî bi ser ya din de wer bûye.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê berpirsên Pakistanê yên wê herêmê dane xuyakirin ku ew hîn jî nizanin bê çend kes di wan trênên qeza kirine de asê mane.

Li gorî zanyariyên destpêkî herî kêm 36 kes di qezayê de mirine û nêzî 100 kes jî birîndar bûne yan jî asê mane ku xebatên rizgarkirinê bi zehmetî têne meşandin.

Parve bike: