Cîhan
Di qezayê de jin mir, bav û 7 zarok birîndar bûn
PeyamaKurd- Li bajarê Mersînê li navçeya Anamûrê kesê bi navê Abdulbaki Tekin, jina wî û bi 7 zarokên xwe re, bi ereba xwe dema diçûn, ereba wî ji kontrola wî derket û di encamê de jina wî ya bi navê Türkan Tekin mir, ew û 7 zarokên xwe birîndar bûn. Tekin, di vîrajê (fetlanek) de dema ereba xwe ajot, nikaribû di fetlanekê de here û bi ereba xwe, di helan de çû jêr.
Li ser kesên der û dora wî xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê û tev çûn ciyê bûyerê. Navên birîndaran tenê bi kurtenav ketin ser laperên çapemeniye. Birîndaran birin nexweşxaneyê bo dermankirinê lê cesedê Türkan Tekin birin morga nexweşxanê.