TR KU SO
FB X
Cîhan

Di rojekê de 4,777 kes bi koronayê ketin, 74 kes jî mirin

Admin H
Nivîskar
📅 28 tebax 2020 23:08

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê amarên vîrusa koronaya nû Covid-19 ên 24 saetên dawî ragihand.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Iraqê, di nav 24 saetên borî de li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê 74 kesan can daye û 4 hezar û 177 kesên din jî bi koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku heta niha 223 hezar û 612 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine, 164 hezar û 874 kes baş bûne û 6 hezar û 814 kes jî pê mirine.

Li gorî amarên dawî niha 582 kes jî li nexweşxaneyan di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Parve bike: