Cîhan
Di salona dawetê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
PeyamaKurd- Li payîtexta Afxanistanê li Kabîlê siet di 22.40an de, di saloneka dawetê de teqîn çêbû. Mirî û birîndar hene lê jimara wan ne diyare. Ragihandin ji aliyê berdevkê wezareta karên hundir, ji aliyê Nesret Rahîmî de hat kirin. Rehîmî weha got:
“Teqîn di saloneka dawetê de, di dema dawetê de çêbû. Sedema teqînê çiye hêj nayê zanîn. Niha salaon ji aliyê hêzên asayîşê de hatiye dorpêçkirin.”