Di serê hêzên hikûmetê û milîtanan de 5 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Di pevçûnên navbera hêzên Hîndistanê û mîlîtanên cudaxwaz de, li herêma Keşmîr a Hindistanê ku piranî misilman in herî kêm 5 kes hatin kuştin.
Rayedarên ewlekariya Hindistanê ragihandin ku di nav kesên kuştî de kesekî sivîl jî heye û çavdêr kuştinên dawî wek destpêbûna pêleke nû ya tundûtûjiyê dinirxînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye aloziya li herêma Keşmîra piranî misilman ji êrîşa xwekujî ya 14ê Şubata 2019an vir ve bilind bûye ku milîtanên rêxistina tundrew Ceyşê Mihemed ya bingeh li Pakistanê, herî kêm 40 polîsên Hindistanê kuştibûn.
Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi jî fermana bersivdana êrîşan û lêgerînan li gundên Keşmîrê derxistibû ku parêzvanên mafên mirovan helwesta hêzên ewlekariyê rexne dikin ku gelek caran sivîlan jî dibin armanca wan.