TR KU SO
FB X
Cîhan

Di sewata daristanê de 14 karkeran can da

Admin H
Nivîskar
📅 11 hezîran 2023 14:28

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Abay a Kazakistanê, di şewata daristanê de 14 karkeran can daye.

Wezareta rewşên awarte ya Kazakistanê, ragihandiye ku di encama şewata li daristanê de, piştî 3 karkeran, termê 11 karkerên daristanê yên din jî hatin dîtin û hejamara karkerên di şewatê de can dane gihîştiye 14 kesan.

Şewata daristanê ya li eyaleta Abay a Kazakistanê 8ê Hezîranê di nav rûbereke 60 hezar hektarî de dest pê kiribû û hîn jî xebatêr vemirandin û lêgerînê dewam dikin.

Parve bike: