TR KU SO
FB X
Cîhan

Di şewata di otêlê de, 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2026 01:08

PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Lahore di bodrûma otêlekî de agir bi pêket û di encamê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn. Ji otêlê 180 kesên muşterî û xebatkar tehliye kirin.

Beşa xizmeta giştî ya Punjapê ragihand ku di bodrûmê de şewat derketiye, xebata vemirandina agir qediyaye û rewşê kontrol kirine.

Parve bike: