TR KU SO
FB X
Cîhan

Di sewatê de 7 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 12 adar 2022 22:59

PeyamaKurd – Li Hindistanê li herêma Delhi ya Nû li devera Gokulpuri de agir bi deverê ket û di encamê de 7 kes mirin. Li gor ragihandina rêvebirê îtfaiya Delhî ya Nû Atûl Garg; 60 xanî bi temamî şewitîne ku xaniyên bi awayekî nerewa hatine avakirin.

Rêvebirê îtfaiyê ragihandiye ku sedema şewatê diyar nîne lê agir bilez belav bûye. Kesên jiyana xwe ji dest dane ew kesin ku di xew de bûne.

Lîderê siyasî yê herêma Delhiyê Arwînd Kejriwal ragihandiye ku wê ji bo kesên wefat kirine û yên xaniyên wan şewitîne, desteka maddî bidin wan.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ji bo malbatên wan sersaxiyê xwesti.

Parve bike: