TR KU SO
FB X
Cîhan

Di teqîna li Idlibê de 4 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 09 îlon 2026 17:30

PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Idlibe di teqîna depoya muhîmmatan de 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn.

Teqîn li bajarê Idlibê li navça Sarmada li devera Burj al-Nimra, di depoya li ser rê de qewimî. Rêvebirê rewşa lezgîn û afatan Welid Aslan ragihand ku jimara birîndaran derketiye 10 kesan.

Gelek ambûlans û tîmên tenduristiyê çûn ciyê teqînê û hêzên asayîşê rêyên diçin wê derê girtin.

Sedema teqînê nehat zanîn û lêpirsîna li ser teqemeniyê dewam dike.

Parve bike: