Cîhan
Di teqînên madena komirê de 11 kes mirin, 10 kes wenda ne
PeyamaKurd – Li welatê Kolopmbiya li herêma Cundinamarcayê di 3 ocaxên madena komirê de teqîn çêbûn, li gor tesbîtên ewilî 11 karker mirin û 10 karker wenda ne. Ocaxên ku di wan de teqîn çêbûne; li, navça Sutatausa li devera El Cajonê ocaxên bi navên El Hoyo, Lucero û La Esperanza ne. Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Em û parêzgeh karkerên ku di madenê de mane ji bo rizgarkirina wan ji destê me çi tê em dikin.”
Parêzgerê Cundinamarca Nicolas Garcia, di tv ya Caracol de ragihand ku ji şeva borî heya niha ji bo rizgarkirina 10 karkerên madenê dixebitin.