TR KU SO
FB X
Cîhan

Di tetbîqatê de 2 leşkerên DYAyê wenda bûn

Admin M
Nivîskar
📅 03 gulan 2026 20:33

PeyamaKurd – Fermandariya DYAyê baskê Afrîkayê (AFRICOM), ragihand ku 2 leşkerên DYAyê, dema li Fasê tevlî tetbîqatê bûn, wenda bûne. Tetbîqat li welatê Fasê li nêzî bajarê Tan-Tanê, li dora seha perwerdê ya Cap Draa ya bi navê “African Lion 2026” bûne û di tetbîqatê de wenda bûne.

Di daxwuyaniya AFRICOMê de hat gotin ku ji bo peydakirina her 2 leşkeran, DYA, Fas û leşkerên din yên tevî tetbîqatê bûne, ji bejayiyê, derya û hewayê de li her 2 leşkeran digerin.

Operasyonên ji bo dîtina her 2 leşkeran bi koordîne dewam dikin û li ser rewşa wan heya niha daxwuyaniyekî fermî nehat dayîn.

Parve bike: