TR KU SO
FB X
Cîhan

Di trafîka Ankara de polîsê sîlih berda, ji ser kar dûr xistin

Admin M
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 17:44

PeyamaKurd – Li bajarê Ankara li navça Etemegutê li taxa Suvariyê du ajotvanên ku li ser dora derbasbûna di rê de munaqeşe kirin, yek ji wan demança xwe kişand û fişekan bera hewa da û tehdîdan kir. Paşî hat fêmkirin ku ew kes polîs e.

Li ser gilîkirina xelkê polîs çû ciyê rûdanê û kesê yên der û dorê tehdîd kir, wî birin navenda asayîşê.

Rêvebiriya asayîşa Ankara, di derbarê wî de lêpirsînê da destpêkirin û hem polîs ji ser karê wî dûr xist.

Parve bike: