Cîhan
Di xwepêsandanan de 5 kes mirin
PeyamaKurd – Li Sûdanê di xwepêşandanên li hemberê rêvebiriya leşkerî de 5 kes can dan. Leşker di 25 ê cotmehê de hatibûn ser kar û li hemberê leşkeran xelk rêvebiriya sîvîl dixwaze. Xwepêşandan ne tenha li payîtexta Sûdanê Hartûmê lê li gelek bajarên din hatin kirin.
Xelk li Hartûmê li deveren Başdar û Şerwenî bi deh hezaran giha hev û bi sloganan xwest biçin Koşka serokkomariyê lê hêzên asayîşê bi xaz û bombeyên xazê mudaxeleya xwepêşandêran kirin. Li gor ragihandina Komîta Navendî ya Doktoran; di encama mudaxeleya hêzên asayîşê li Ûmdûrmanê 4 kes û li Hartûmê kesekî mir.
Li bajarên Ûmdûrman, Hartûm û Bahriyê di xwepêşandanan de gelek kes birîndar bûn.