Cîhan
Di xwepêsandanên Bexdayê de alozî derket: Birîndar hene…
PeyamaKurd – Di salvegera xwepêşandanên Iraqê de, îro Yekşemê car din xwepêşandan hatin lidarxistin ku di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de alozî derketin.
Hat ragihandin ku di xwepêşandanên îro yên li Bexdayê de, alozî di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de derketiye û hejmarek xwepêşander birîndar bûne.
Li gorî ragihandina medya Iraqê di nav xwepêşanderan de bombeyek teqiyaye û ji bilî xwepêşanderan karmendên ewlekariyê jî birîndar bûne.
Herwiha di vîdyoyên li ser medya civakî hatine belavkirin de, tê dîtin ku hêzên ewlekariya Iraqê gaza rondikrêj li hember xwepêşanderan bikar tînin.