Cîhan
Di xwepêsandanên Kolombiya de 17 kes mirin
PeyamaKurd – 5 rojin li welatê Kolombiyayê li dijî qanûna reforma Bacê xwepêşandan dewam dikin. Di nav 5 rojan de, di xwepêşandanan de 17 kes hatin kuştin û 711 kes birîndar bûn.
Serokê dewleta Kolombiyayê Ivan Duque, do di civîna çapemeniyê de ragihandibû ku bi gelek kesan qanûna bacê protesto kirine û xelk nerazîbûna diyar kiriye, lewra qanûnê bi paşde vekişandiye û betal kiriye.
Baregeha Ombudsmanê ya Kolombiyayê li gor raporên serdozgeriyê û polîsan ragihand ku ji 28 ê nîsanê heya niha di xwepêşandanan de 1 ji wan polîs bi tevahî 17 kes mirine, 457 ji wan polîs bi temamî 711 kes birîndar bûne.