TR KU SO
FB X
Cîhan

Di xwepêsandanên Lubnanê de ciwanek hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 30 hezîran 2020 19:27

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Lubnanê di navbera artêşa Lubnanê û ciwanên xwepêşander de ku li herêma Şatîla xwestin rê qut bikin, pevçûn çêbû û ciwanekî ku bi xedarî birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Lubnanê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi daxuyaniyekê  ragihand, dema ku ciwanan li herêma Şatîla rê qut kiribû, ji cihekî nediyar ve guleyek hatiye berdan û ew ciwan bi wê guleyê hatiye kuştin.

Artêşê diyar kiriye ku yekîneyên wan ên artêşê neçar mane destwerdanê bikin ji bo kontrolkirina  herêmê û ragihand, li ser cihê ku gule hatiye avêtin jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li Lubnanê ev demek e dîsa xwepêşandanên li dijî bihayiyê, bilindbûna nirxê dolar û bihabûna nirxê kelûpelan xwepêşandan têne kirin.

Parve bike: