Di zîndanê de 38 kes mirin û 69 kes birîndarên giranin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Bûrûndiyê di zîndana Gitegayê de agir bi qawîşan ket û di encamê de herî kêm 38 kes mirin û 69 kes jî bi giranî birîndar bûn. Her 69 kes birin nexweşxaneyan ji bo dermankirinê.
Cîgrê serokê Bûrûndiyê Prosper Bazombanza ragihand ku li payîtext Gitegayê ji kapasîta xwe zêdetir zîndanî hene û di zîndanê de şewat derketiye.
Zîndaniyekî bitelefonê bi BBC yê re axifiye û gotiye:
“Rewş felakete û dikarim bêjim %90 ê qawîşan şewitîne.”
Zîndaniyekî ji bo ajansa AFP ê axifiye û weha gotiye:
“Me got em ê bi zindî bişewitin û em qêriyan. Alavên agir her çû bilind dibû. Polîs qebûl nekir ku deriyan veke û gotin ku ferman wehaye. Ez nizanim çawa reviyam. Lê min bi çaven xwe dît bê zîndanî çawa dişewitîn.”
Zîndana Gitegayê ciyê 400 kesan tê de heye û niha 1.539 zîndanî tê de dimînin.
Li gor ragihandina wezareta karên hundir ya Bûrûndiyê ku di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandiye, dibêje ku têlên elektrîkê lihev ketine û agir bi zîndanê ketiye.