TR KU SO
FB X
Cîhan

Di zîndanekî Meksîkayê de pevçûn derket û 4 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2023 02:39

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Tabascoyê li bajarê Cardenasê li navendekî entegrasyonê ya zîndanê de, di navbera girtiyan de pevçûn derket û 4 kes hatin kuştin.

Mirovên kuştiyan li dora zîndanê civiyan û xwestin agahiyan bistînin. Lê şerê navbera girtiyan weke şerê navbera çeteyan hat ragihandin.

Dozgeriya bajêr li ser bûyerê lêpirsînê da destpêkirin.

Parve bike: