TR KU SO
FB X
Cîhan

Di zîrwa lîderên YE de, dê li ser peymana DYA-Îranê bixifin

Admin M
Nivîskar
📅 19 hezîran 2026 21:29

PeyamaKurd – Lîderên 27 dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê li Belçîka li bajarê Brukselê hatin cem hev. Mijara esasî ya lîderan peyaman navbera Îran-DYA ye ku peyman mêzêna herêmê guhertiye.

Lîderên YEyê do û îro sergirtî li ser peymana navborî diaxifin û peymanê rave dikin. Rawestandina şer di leha YE de ye lê dahatûya Tengava Hurmizê û îhlalên mafên mirovan yên Îranê jî di rojeva YE de ye.

Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz berya zîrwe destpêbike, ji bo çapemeniyê ragihand ku ji îmzakirina peymana navbera Îran-DYAyê razîne. Merz got:

“Ez peymana ku Trump do li Parîsê bi Îranê re îmza kir, bi germî pêşwazî dikim. Ev li ser navê rawestandina çekan û çûn û hata di Tengava Hurmizê de pêngavekî mezin e. Em wekî hukumeta Almanya munaqeşe dikin ku ev peyman derfetên çawa daye me û em dikarin li ku derê bibin alîkar, em di nav xwe de van mijaran rave dikin.”

Nûnera bilind ya siyaseta ewlehiyê û berpirsa karên derve ya YEyê Kaja Kallas, di mijara givaşên ser Îranê de tewrekî bi hezirtir danî ortê. Kallas got ku rakirina givaşên ser Îranê girêdayê hinek şertane û dewam kir:

“Şertên me yên zelal hene. Paketên me yên cuda li ser Îranê hene. Givaşên li ser bernama nuklerî hene. Eger peymana nuklerî bibe, helbet dê welatên Ewrûpayê li serê biaxifin. Givaşên me yên li ser îhlala mafên mirovan hene. Em dibînin ku rewşa mafên mirovan li Îranê ji rewşa her carî xerabtire. Hem givaşên me yên di derbarê azadiya seyr û seferê jî dewam dikin. Eger şert baş bibin, em ê li ser rakirina givaşan biaxifin lê em hêj negihane wê astê.”

Di zîrwê de, ne tenê ewlehî û aborî lê kêmnetewe û neteweyên bindest û bi taybetî li ser rewşa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dê biaxifin.

Serokwezîra Estonyayê Kristen Michal ragihand ku di destê Ewrûpa de kiryarên aboriyê û dîplomatîk hene û dewam kir:

“Ewrûpa dikare kartên dîplomasiyê û xwegihandina Îranê ya bazara Ewrûpayê ji bo garantîkirina mafên kêmneteweyan bikarbîne. Dibe Ewrûpa carna hêdî tevbigere lê ev dike ku mirov bên parastin û hevkarî dike ku bazara me bibe mayînde û bi ewlehî. Bandora Ewrûpayê di vê mijarê de mezin e.”

YEyê li aliyekî ji bo sanayî û çandiniyê, pêşkêşkirina enerjiyê ya Rojhilata Navîn ya bi ewle dixwaze û li aliyê dinê jî di mijara mafên mirovan yên li herêmê de, di mafên jinan û serbestiyên dînî de jî dixwaze mêzênekî deyne.

Parve bike: