Cîhan
‘Dibe ku 2 salan deriyê YEyê girtî bimîne’
PeyamaKurd – Wezîrê Saxlemiya Çekyayê Roman Prymula ragihand ku dibe ku 2 salan deriye Yekîtiya Ewropayê (YE) girtî bimîne.
Roman Parmula destnîşan kir ku, rewşa koronavîrûsê li Ewropayê hatiye asteke nebaş û “ji bo ku rewş asayî bibe hewcedarî bi mehan heye.”
Wezîrê çekî eşkere kir ku tevdîrên li seranserê Çekyayê encamên baş derxistine holê lê ji bo encameke baştir divê heya hefteya duduyan a piştî nîsanê bisekinin.
Prymula bale dikşîne ser rêlibergirtina pandemiyên nû û ji bo vê yekê jî dê rê nedin çûnûhatin welatên wekî Îtalya, Fransa, Almanya û Spanyayê ku gelek nexweşî li wan peyda bûne û qurbanî dane.