Cîhan
Dibe ku Trump here Moskovayê
PeyamaKurd- Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders li ser daweta ku ji aliyê Pûtîn de bo Trump hat kirin got: “ Trump piştî serê sala pêşiya me amade ye ku pêşwaziya Pûtînî li Washingtonê bike. Eger daweta fermî ji aliyê Moskova de bêkirin, Trump dikare seredana Moskovayê bike.”
Beyana Sandersê piştî axaftina Pûtîn ya di zîrweya BRICSê hat kirin ku di zîrweyê de Pûtîn li payîtexta Afrîka Başûr Trumpî dawetî Moskovayê kir.
Serokê dewleta Rûsyayê Pûtîn got: “Em amade ne ku Trumpî dawetî Moskovayê bikin. Ji xwe daweta xwe girt. Min jê re got.”