Cîhan
Dibe ku welatê cîran lesker bisîne Sûriyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî biryara vekişandina leşkerên Amerîkî ji Sûriyê, ragihand ku ew dikarin leşker bişînin Sûriyê.
Ebdulmehdî diyar kir ew dê ji bo parastina ji gefan a sînorên Sûriye-Iraqê hemû bijardeyan binirxînin û got, metirsî heye ku DAIŞ qadên jêr kontrola xwe zêde bike û ji Sûriyê penaber ber bi Iraqê ve werin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî roja Şemiyê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re hevdîtinek pêk anîbû û diyar kiribû ku bijardeya şandina leşkeran bo Sûriyê jî hatiye axaftin.