Cîhan
Dibe serokwezîr Benyamin Netenyahu ji ser kar bigrin
PeyamaKurd – Daxwaznama ku dabûn Dadgeha Bilind ya Îsraîlê qebûl kir ku tê de dixwazin serokwezîrê Îsraîlê Netneyahû ji ser karê wî bigrin. Di daxwaznamê de hatiye gotin ku peymana Netenyahu bi dadgehê re kiriye îhlal kiriye ku navê peymanê ‘peymana gengeşa berjewendiya’ ye.
Dadgeha bilind wê ji bo mijarê di nêz de celseyekî veke. Dadger Ruth Ronnen biryarê da ku di nêzde daxwazname ji aliyê heyetekî dadgeran de bê vekolîn. Nehat gotin bê dê kengê heyet bicive.