'Dibe Siûdî li hemberî Qeterê hêza leskerî bikar bîne’
PeyamaKurd - Rojnameya Fransayê Le Monde ragihand ku “Riyad ji bo ku pêşî li kirîna S-400an ya ji aliyê Qeterê ve bigire, dibe ku hêza leşkerî bi kar bîne.”
Li gorî nûçeya Le Mondeyê Qralê Erebistana Siûdî Selman bin Abdulaziz, ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re nameyekî şandiyê. Selman di nameya xwe de ji Fransayê daxwaz kiriyê ku, "bila Fransa alîkariyê bike da ku em nehêlin Qeter ji Rûsyayê sîstema parastinê ya moşekên S-400î bistîne, ger ev alîkarî ne be, dibe ku em mecbûrê bikaranîna hêza leşkerî bimînin."
Rojname îdia dike ku ji aliyê çavkaniyekî fransî ve nameyê bi dest xistiye û destnîşan kiriye ku: Qral Selman ji hevdîtinên di navbera Moskowa û Dohayê de gelek adis e û difikire ku sîstema S-400î ji bo qada hewayî ya Erebistana Siûdî xeteriyê derdixe hole.
Di rojnameyê de hatiye gotin ku Qral selman dibêje "ger stendina S-400an ji aliyê Qeterê ve bê kirin, îmhakirina sîstema S-400î jî di nav de em amade ne ku gelek tevdîran bibînin. Selman di dawiya nameya xwe de ji Macron daxwaz dike ku, ji bo pêşîlêgirtina firotina S-400an û îstiqrara herêmê alikariya Erebistna Siûdî bike."