Cîhan
Die Welt: Ew zarok ji ber daxwaza azadiyê hatin kustin!
PeyamaKurd - Rojnameya Die Welt a Almanî, di manşeta xwe ya hejmara dawî de, wêneyên zarokên di xwepêşandanên protestoyî yên dijî rejîma Îranê de, hatine kuştin belav kir.
Rojnameya Die Welt di sernivîsa xwe de bal kişandiye ser zarokên di xwepêşandanên li Rojhilatê Kudistan û Îranê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û diyar kiriye: “Hatine kuştin çimkî daxwaza azadiyê dikirin”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, li gorî amarên dawî zêdetirî 30 zarok bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin ku hîn jî xwepêşandan berdewam dikin.