TR KU SO
FB X
Cîhan

Dîmenên fuzeya Rûsya hat belavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 30 adar 2018 22:30

Demek berê serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandbû ku wan fuzeyeka nû çêkiriye û mezîla wê bê sînore an ku dikare pê li her derê dinyayê bixe.

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê vîdeoya fuzeya balîstîk ya navbera qit’ayan ya bi navê “Sarmat”ê belav kir. Vîdeo di dema testa wê de hatiye kişandin. Vîdeo tenê 23 saniye ye.

Roket li Plesetsk cosmodrome hatiye ceribandin. Ev testa duyem ya “Sarmat”ê ye. Testa berê sala borî di meha 12an de hatibû kirin. Putin di axaftina xwe ya di serê adarê de, di meclisa federal de behsa vê fuzeya Rûsya kiribû.

Parve bike: