Dîplomasiya şertî: Marco Rubio fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî bir ser maseya Şamê
PeyamaKurd – Li Almanyayê di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de geşedaneke dîplomatîk a bêhempa rû da.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, hevdîtina bi şanda Sûriyeyê re bi şertê beşdarbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ve girêda.
Hikûmeta Şamê, ku di bin zexta Washingtonê de ye, ev şert qebûl kir û bi vî awayî cara yekem fermandarekî Kurd li kêleka nûnerên rejîmê û li hemberî rayedarên herî bilind ên Amerîkayê li ser maseyê rûnişt.
Sedema sereke ya vê israra Rubio, zexta giran a Kongreya Amerîkayê bû. Siyasetên Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera yên li hemberî Kurdan, bi taybetî pevçûnên li Helebê û windahiyên axî yên HSDyê, li Washingtonê fikarên mezin çêkiribûn.
Senator Lindsey Graham û Richard Blumenthal bi pêşnûmeya "Qanûna Parastina Kurdan" hişyarî dabûn ku eger mafên Kurdan neyên parastin, dê ceza li ser Şamê ji nû ve werin sepandin. Ji ber vê yekê, rûniştina Mezlûm Ebdî li ser wê maseyê, peyameke rasterast a Rubio bû ji bo Kongreyê ku Amerîka dev ji hevalbendên xwe yên Kurd bernade.
Di civînê de ligel Mezlûm Ebdî, berpirsa pêwendiyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî amade bû. Nûnerê taybet ê Amerîkayê Tom Barracks, wêneyê vê civînê wekî "destpêkeke nû" pênase kir. Lê belê, ligel vê dîmena sembolîk a bihêz, li ser erdê nîşaneyên fikarê hene.
Hat ragihandin ku leşkerên Amerîkî ji hinek baregehên li Rojava vedikişin û ber bi Herêma Kurdistanê ve diçin. Analîst destnîşan dikin ku her çend ev wêne wekî "çakêtekî parastinê" ji bo Kurdan be jî, ji ber guhertinên lezgin ên di siyaseta navxweyî ya Amerîkayê de, hevsengî hîn jî pir nazik in.