Cîhan
Dîplomatê Rus: Ne pêkan e aboriya Rusyayê têk bibin
PeyamaKurd- Balyozê Rusyayê yê Washingtonê Anatoly Antonov, li ser dorpêçên ku ji aliyê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve hatine ragihandin, hin nirxandin kirin.
Anatoly Antonov, di derbarê mijarê de diyar kir ku Wezareta Xezînedariya Amerîkayê hejmarek karsazên Rusî û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Rusî xistiye lîsteya sizayan.
Antonov li ser biryara Amerîkayê got, “Ji dijminên Rusyayê re jî gelek eşkere ye ku ne pêkan e ku aboriya me hilweşe û serweriya teknolojiya Rusyayê têk bibe. Ev rastî ji aliyê pisporên Banka Cîhanî û Sindoqa Diravî ya Navneteweyî jî hatiye piştrastkirin.
Êrîşên Rojava yên li ser aboriya me bi awayekî bi bandor tên pûçkirin. Ev yek dihêle ku gelê Rusyayê bi bawerî li pêşerojê binihere.