"Divê Amerîka bandora Îranê li Iraqê kêm bike"
PeyamaKurd - Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad radigihîne ki pêwîst e Washington bandora Îranê li Bexdayê sînordar bike.
Zalmay Xelîlzad gotarek li rojnameya “Wall Street Journal” a Amerîka belav kiriye û nivîsiye ku: “Berî hilbijartinên Iraqê pêwîst e Amerîka hewl bide ku bandora Îranê û destêwerdana wê di hilbijartinan de kêm bibe.”
Ew dîplomatê Amerîkî aşkere dike, “Îran niha dixwaze xwe ji Kurd ve nêzîk bike ta bandora xwe ya zêdetir li Herêma Kurdistanê hebe, ew herêma ku hevpeymanê xurt ji Amerîka re hatibû naskirin.”
Pêştir jî, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman di konferanseke rojnamevanî de gotibû: “Washington ji destêwerdana Îranê ya di nav karûbarên navxweyî yên Iraqê de nîgeran e. Îran rêgiriyê li pêş vebûna Iraqê li ser welatên cîran û cîhanê dike.”
Ji aliyekî din ve, jêderekr siyasî ya Iraqê ragihandibû, “Di çend rojên bê de, Îran Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Suleymanî dişîne Iraqê, ji bo nakokiyên di nava mala Şîeyan de heye asayî bike.”
Wê jêderî got jî: “Suleymanî li Bexdayê dê kar li ser razîkirina aliyên Şîe bike, ta ji piştî hilbijartinan yek berbijêr ji postê serokwezîrtiyê re hebe.”